Qeyûmê Mêrdînê 150 karker ji kar derxist 2019-08-29 16:17:15   MÊRDÎN  - Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin dest bi derxistina ji kar a karkeran kir, 150 karker ji kar derxist. DÎSK’ê banga “têkoşîna bi hev re” li karkeran kir.    Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê 150 karkeran ji kar derxist. Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin dest bi derxistina ji kar a karkeran kir. Qeyûm dawî li karê 150 karkerên di Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MAR-SU) de dixebitîn anî. Hat zanîn ku di nava karkerên ji kar hatine derxistin ên di serdema berê ya qeyûm de jî dixebitîn hene. Hat ragihandin ku ji bo derxistina karkerên din jî amadekarî tên kirin.     Serokê Şaxa Genel-ÎŞ’ê ya girêdayî DÎSK’ê Rahmî Guneş da zanîn ku heta niha 150 karker ji kar hatine derxistin û metirsiyên wan hene ku hejmara karkerên ji kar bên derxistin zêde bibin û wiha got: “Em bang li hemû karkeran dikin û bila werin em bi hev re têbikoşin.”