Jin eleqeyek mezin nîşanî qursên Navenda Jinê ya Jinwarê didin 2019-08-29 15:14:47   AMED - Qursên erebane, xwendin û nivîsandinê yên li Navenda Jinê ya Jinwarê ya Şaredariya Çinarê didomin. Jin eleqeyek mezin nîşanî qursên Navenda Jinê ya Jinwarê didin.    Xebatên Navenda Jinê ya Jinwarê ya Şaredariya Çinarê didomin. Navenda Jinê ya Jinwarê ji roja ku hatiye avakirin gelek çalakiyên civakî pêk tîne. Niha jî bi qursên erbane, xwendin û nivîsandinê ev xebatana didomin.    Rojên Çarşem û Pêncşemê qursên xwendin û nivîsandinê saet di 13.00'an de, roja duşem û sêşemê jî saet di 15.00'an de qursên erbaneyê dest pê dike. Gelek jin beşdarî qursan dibin.    'Em ê xebatên xwe yên di warê muzîkê de zêde bikin'   Civaknas û Mudura Navenda Jinê ya Jinwarê Delal Kizilkan derbarê xebatên navenda jinê de agahî da û  got:"Qursa me ya erbaneyê di çileyê de dest pê kir. Di destpêkê de em fikirîn ku polek ji 15 kesî pêk tê, vekin. Lê 30 jinî ji bo dersê serî lê dan. Dema daxwaz zêde bûn me jî dema qursê zêde kir. Piştî perwedeya 3 mehî me dest bi asta duyam kir. Berî ku em asta duyem dest pê bikin me konserek biçûk jî ji bo gelê Çinarê li dar xist. Em ê xebatên xwe yên di warê muzîkê de zêde bikin."   Her wiha Delalê derbarê qursên xwendin û nivîsandinê de jî wiha got:"Qursên me yên xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî rastî eleqeyek baş hat. Ji bo jin pêş bikevin em ê xebatên xwe yên derbarê perwerdeyê de zêde bikin."