‘Em nadizin, em natirsin, em ê hesap bipirsin' 2019-08-29 14:42:45   AMED - Li Amedê 11 roj in li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên şermezar kirinê tên lidarxistin. Îro welatî û HDP'yî li cadeya Lîseyê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin û gotin: "Em nadizin, em natirsin û em ê ji dizeka hesap bibirsin."   11 roj in li Amedê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Welatî û HDP'yiyan li cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlamenterên HDP'ê  Remziye Tosun, Tayîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Uca, Musa Farisogullari û Semra Guzel di çalakiyê de cih xwe girtin. Her wiha Odeya Muşavîrên Malî, Meclîsa Ciwanan a Kurdistanê ya Navneteweyî û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya îro bûn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên wekî “Amed ya me ye, rûmeta me ye”, "Em nadizin, em natirsin, em ji dizeka hesap dipirsin" hatin berzkirin.    'Neheqî li ber çavê cîhanê pêk hat'   Di çalakiyê de Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û diyar kir ku li hemberî vîna gel neheqiyeke mezin pêk hatiye û wiha got: "Ev  neheqî li ber çavê cîhanê pêk hat û îpotek danîn li ser şaredariyan. Ev tişt ne tenê ji bo me ji bo hemû Tirkiyeyê derbasdar e. Em edalet û hiqûqê dixwazin. 11 roj in kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan di nav têkoşînê de nîn. Em ê di 1'ê Îlonê de dengê xwe bilind bikin."   'Em qeyûman naxwazin'   Li ser navê Platforma Muşavîrên Malî Amîne Demîr axivî û bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîtîkayên qeyûman tê wateya nedîtina hiqûq û siyasetê. Welatê ku li dijî vîna gel derdikeve li vir qala demokrasî, edalet û hiqûqê nayê kirin. Em qeyûman naxwazin, em kesên ku me di hilbijartinê de bijartinê dixwazin û bila ev kes  rêveberiya wê bajarê bike."   'Em karmendên metînger naxwazin'   Berdevka Meclîsa Ciwanên Kurdistanê a Navneteweyî Jiyan Tîmurtaş di dawiyê de axivî û got: "Em li dijî tayînkirina karmendên metînger in. Divê kurd di siyasetê de bibin yek û netewa xwe biparêzin. Dê bi vî rengî dikarin li dijî qeyûman têbikoşin."   Piştî axaftinan çalakî hat bi dawî kirin.