Cenazeyê Helîmeyê piştî 3 salan dan malbata wê 2019-08-29 14:29:31   AMED - Şervana HPG'ê Halîme Gunduz a ku li Dêrsimê berî bi 3 salan jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hat definkirin cenazeyê wê radestî malbata wê hatkirin. Hat diyarkirin ku piştî radestkirinê polîsan nehiştine ku cenaze bibin mizgeftê û nimêja cenaze bê kirin.   Cenazeyê şervana HPG'ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) a ku di sala 2016'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, biriûn Meletiyê û li Goristana Bêkesan defin kiribûn. Mînakên xwînê yên malbatê  ku ji bo Testa DNA'yê berî bi du mehan dabû Saziya Tipa Edlî bi encam bû. Lê ser vê malbat çû Meletiyê û piştî kar û barê fermî cenaze ji Goristana Bêkesan girt û anî Amedê. Cenaze di bin dorpêça polîsan de bi şev li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Malbatê diyar kir ku polîsan nehiştine ku cenaze bibin mizgeftê û destûr nehatiye dayîn ku nimêja cenaze bê kirin.    Sersaxiyên ji bo Helîmeyê li Mala Şînê ya Farqîniyan li Baglara Amedê tên qebûlkirin.