Yekîtiya Jinên Sosyalîst banga têkoşîna hevpar kir 2019-08-29 14:20:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: "AKP û MHP’ê Rojava ji xwe re kirine hedef. Em jî banga têkoşîna hevpar dikin."   Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê bi navê ‘Wê berxwedan bi ser keve’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin û wiha gotin: "Bloka faşîst a AKP û MHP’ê Tirkiyeyê di nav krîzeke mezin. Bi plana şer dixwazin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. AKP û MHP’ê berê çekên xwe dane Rojava û xwe amade kirine. Bi planên êrîşê re hewl didin ji krîzê derkevin."   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat diyarkirin: "AKP’ê qîma xwe bi êrîşên qeyyûman nayne û ji bo operasyonên derveyî sînor amadekariyan dike. Bi vê plana êrîşê re dixwaze şoreşa jinan a li Rojava têk bibe, ji ber ku destkefiyên jinan ên li Rojava bûne kabûsa wan. Tişta ku tevî çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn bikirana dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser Rojava bikin. Ji ber ku dizanin serkeftina şoreşa Rojava tê wateya şoreşên herêmî yên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî. Divê li hemberî van êrîşên faşîst em xeta têkoşîna hevpar ava bikin."