Li Stenbolê amedekariyên mîtînga 1'ê Îlonê didomin 2019-08-29 14:02:45   STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Kartalê mîtîngek li dar dixe. Komîteya amadekar a mîtîngê banga tevlîbûna mîtîngê kir.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, wê li Qada Kartalê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de mîtîgek li dar bixin. Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, amadekariyên xwe yên mîtîngê didomînin. Mîtîng dê saet di 13.00'an de li Qada Kartalê bê lidarxistin. Wê li dijî polîtîkayên qeyûm û şer ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.    Komîteya Amadekar a Mîtingê banga tevlîbûnê kir û diyar kirin ku divê kesên aştî, demokrasî, yekîtî û edaletê dixwazin, pêwiste bêyî cudakariya bawerî, nasmame û rengan bikin tevlî mîtîngê bibin. Komîteya Amedekar, destnîşan kir ku dê di 1'ê Îlonê de wê helwesta hevpar a li dijî qeyûman nîşan bidin.