Çalakiya rûniştinê di roja 11’emîn de dewam kir 2019-08-29 12:15:50   AMED - 11 rojin li Amedê çalakiyên bê navber tên lidarxistin. Îro dîsa welatî û HDP'yî li cadeya Lîseyê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    11 roj in li Amedê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bê navber didomin. Walatî û HDP'yiyan li cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlamenterên HDP'ê  Remziye Tosun, Tayîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Uca, Musa Farisogullari û Semra Guzel tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên wekî “Amed ya me ye, rûmeta me ye”, "Em nadizin, em natirsin, em ji dizeka hesap dipirsin" hatin berzkirin. Li gel dorpêça polîsan çalakî bi stran, çepik û tilîliyan didome.    Her wiha Odeya Muşavîrên Malî, Meclîsa Ciwanan a Kurdistanê ya Navneteweyî û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê dê piştgiriyê bidin çalakiya rûniştinê.    Dê di saet 13.00'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.