Hevalên Mevludeyê yên koguşê 5 roj in di greva birçîbûnê de ne 2019-08-29 09:14:28   AMED - Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku 62 salî ye û ji sedî 86 astengdar e, li girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin û bi gumana nexweşiya wê ya jana zirav heye di hucra yek kesî de tê girtin û ji ber xwîn vereşiyabû rakiribûn nexweşxaneyê.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi hinceta tevlî çalakiya ‘mertalên zindî’ ya li Çiyayê Bagokê bûye, li dayika aştiyê Mevlude Başdaş 4 sal û 2 meh ceza hat birîn. Mevlude ya 62 salî ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn, di şertên girtîgehê de ev pirsgirêkên wê girantir bûn. Cezayê Mevludeyê di Cotmeha 2018’an hat teqezkirin û biribûn girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê. Ji nexweşxana Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Zanîngeha Akdenîz Antalyayê ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye. Hat diyarkirin ku Mevlude xwîn vereşiyaye û ji ber vê rakirine nexweşxanê. Malbata Mevludeyê diyar kir ku hevalên wê yên koxuşê ji ber rewşa giran a Mewludeyê ji bo 5 rojan greva birçîbûnê dane destpêkirin.    ‘Di hucra yek kesî de ye’   Metîn Baştaş der barê rewşa dayika xwe de axivî û got ji bo dayika wî ewil neqla gurçikan pêk hatiye û nexweşiya wê ya tansiyon, şekir û dil heye. Metîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min piştî ket girtîgehê bi nexweşiya astimê jî ket. Niha jî her sibeh xwînê vedirêşe. Ne çend dilop e, hema hema qasî qedehekê xwînê vedirêşe. Heta niha nexweşxanê tenê du tahlîl kirine. Encamên wan jî ji me re nehat ragîhandn. Em nizanin baş e an xerabe. Gumana nexweşiya jana zirav heye. Lê sibehê ji nexweşxanê digirin û dibin hucra qirêj. Dîsa mîkrobê digire û dibin nexweşxanê. Ji xwe hucre mirin bixwe ye. Dayika min hem nexweş û hem jî pîr e. Ji ber vê nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Bila ji hucrê bê derxistin.”   Metîn bi lêv kir ku birayê wê çûye hevdîtina dayika wî û ev tişt bi lêv kir: “Di hucreya yek kesî de tê girtin. Ev ji nexweşiyê girantir e ji bo wê. Nivîna ku dayika min li ser radizê bixwîne û bîhn jê tê. Madem dewlet nikare lê binêre, bila bihêlin em derman bikin. Em ji wan baştir dikin. Rapora hemû nexweşiyên wê heye. Em her roj bi fikar dipên ku agahiya mirina wê bê. 14 roje dayika min di hucrê de ye. Xwendin û nivîsandina wê tune. Niza dermanê xwe kengê bikar bîne. Parlamenterên HDP’ê di vê mijarê de alîkarî dan me.Ez spas dikim. Ez ji bo ÎHD’ê jî spasiyên xwe dikim.”   ‘Bila dayika min berdin’   Metîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet qanûnên xwe binpê dike û got: “Hevalên koxuşa dayika min ji bo wê 5 roje ketine greva birçîbûnê. Birayê min ji hevdîtinê hat got ketine grevê. Xwezî hewce bi vê tunebûna. Divê demildest dayika min bê berdan.”