ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-29 09:00:00   *Hûriyê Dehan a ji Kantona Şehbayê ye û li dijî zihniyeta baviksalarî di komînan de têkoşîna jiyanê dide got: "Jin bi vîna xwe dikare li hember hişmendiya baviksalarî raweste. Divê jin di her qada jiyanê de çalak be û di nava çar dîwaran de asê nemînin." DÎMEN HEYE   * Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, nerazîbûnên xwe li hember tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê nîşan dan û gotin: "Em dagirkirina şaredariyan şermezar dikin û qebûl nakin. Dawiya faşîzma dewleta tirk wê bi destê jinên kurd bê." DÎMEN HEYE   * Jina bi navê Uweyş Musa bi salan e ku dermanê xwezayî çê dike. Uweyşê derberê dermanên xwezayî de wiha got:"Me ji bo şeliqandina zarokan, ketina navik  û êşa çavan dermanên xwezayî çêdikirin. Bi saya dermanên xwezayî zarok ji nexweşiyan rizgar dibûn." DÎMEN HEYE   *Jinên Mersînê diyar kirin ku polîtîkayên jinan tune dihesibînin, peymanen wekê Stenbol û CEDAW’ê asteng dikin û ji kuştinên jinan jî hikûmet berpirs dîtin. Jinan wek çareserî kolan nîşan dan û got divê hêz û serhildana xwe li kolanan bikin yek. BI DÎMEN   *Piştî qetilkirina Emîne Bulut, bi qetilkirina jinên din re helwesta darazê, bêcezabûn, zimanê çapemeniyê û têkoşîna jinan dîsa hat rojevê. Parêzer Arzu Kurt, Rojnameger Burcu Yildirim û ji Platforma Jinan a Enqereyê Esma Çaglak der barê van pirsgirêkan de axivîn.   Jinên Wanê diyar kirin ku wê di 1’ê îlonê de bi cil û berg û laçikên xwe yên spî li qadan bin û wiha gotin: “Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên şer bede û êdî ji bo aştiyê li ser maseyê rune. Em ê jî bi rengên xwe yên spî li qadan bin.” BI DÎMEN   *Li Licê di 2017’an de di 2 bûyerên ku wesayîtên zirxî tevlîbûn de 8 kesî jiyana xwe ji dest dabû û gumanbar bi raporên hatin amadekirin bê ceza hatin hiştin. Midûriyeta Emniyeta Amedê ji bo malbata Fîkrî Demîrbaş îhtarname şand û ji bo zirara wesayîta zirxî 250 hezar Euro hat xwestin.   *Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku 62 salî ye û ji sedî 86 astengdar e, li girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin û bi gumana nexweşiya wê ya jana zirav heye di hucra yek kesî de tê girtin û ji ber xwîn vereşiyabû rakiribûn nexweşxaneyê.