'Li dijî darbeyê em bibin yek, em bi hev re têbikoşin' 2019-08-28 14:44:53   AMED - Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûman didomin. Di roja 10'emîn a çalakiyê de partiyên siyasî gotin:"Li dijî darbeyê em bibin yek, em bi hev re têbikoşin."    Li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê bûn çalakiya li Kolana Lîseyê ya Amedê didome. Di çalakiya îro ya "mîkrofona serbest" de welatiyan pêvajo nirxandin. Parlamenterên HDP'ê, Hevserokê Şardariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli, hevserok û endamên meclîsên şaredariyan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakê, malbatên girtiyan û dayikên laçikspî, Partiya Siberojê ya Çep (SGP), Partiya Çep a Keskan, Partiya Şoreşger (DP), Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Pir Sultan Abdal Garip Kaplan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de dirûşmên "Amed ya me ye, rûmeta me ye","Bijî berxwedana Amedê","Berxwedan jiyan e","Amed ya me ye, şaredarî ya me ye" hatin berzkirin.    Gel bi mikrofona serbest axivî: Em ê bi ser bikevin   Welatiyên ku bi mikrofona serbest axivîn gotin:"Em natirsin, serî natewînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."   Bang li CHP'ê hat kirin   Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Pir Sultan Abdal Garip Kaplan got:"Divê em bi hev re têbikoşin. Divê CHP jî li dijî vê darbeyê bisekine. Em hemû kes li dijî vê darbeyê nesekinin dê demokrasî bi ser nekeve."   Serokê Giştî yê Partiya Çep a Keskan Sinan Tutal got:"Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Dê qeyûm biçin û gelê bi ser bikeve."   'Divê hûn fedî bikin'   Nûnerê Platforma Şêwirmendiya Sosyalîst Sezgin Kartal got:"Dê gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê destûrê nedin bêrêtiyên qeyûman. Divê hûn fedî bikin. Em ê bi serîhildana xwe yên darbe pêk anîne bişînin selika çopa dîrokê. "   'Jinan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Onen wiha got:"Ji bo em li dijî qeyûman bisekinin em ji Enqereyê hatin heta vê derê. Ya girîng ew e ku em vê serîhldanê bi hev re mezin bikin. Em ê gav paşde neavêjin. Çawa qeyûm hat berê saziyên jinan girt. Jinan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Ew ê li her derê têkoşîna me bidome. "   'Rêya rizgariyê di serîhildanê de derbas dibe'   Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu wiha got:"Em ê bi laçikên spî yên dayikan bi ser bikevin. Dê bi serîhildana jinan a kuçeyan dîwarên tirsê bê şikandin. Rêya rizgariyê di serîhildanê de derbas dibe. Divê em her serî hildin."   'Em bi hêz in em ê bi ser bikevin'   Parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik got:"Îro îradeyan hemû gelan hatiye xespkirin. Kesên ku dixwazin çongê bi vî gelî bide şikandin bila baş bizanibin ku em bi hêz in em ê bi ser bikevin."   Piştî daxuyaniyê girseyê rûniştina 5 deqeyan pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi berzkirina dirûşman belav bû.