Li Wanê banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê hat kirin 2019-08-28 13:44:58   WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê kir. Mîtînga Wanê dê di 1'ê Îlonê de li Parka Musa Anterê bê lidarxistin.    Ji hêla Platforma Demokrasiyê ya ku ji Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) pêk tê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xistin.  Platforma Demokrasiyê civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa KESK'ê li dar xist û banga tevlîbûna mîtîngê kir.    Li ser navê Komîteya Amadekar Bedrî Yamaç daxuyanî da û diyar kir ku di Newroza sala 2013'an de pêvajoya aştî û çareseriyê hatibû destpêkirin û wiha axivî: "Piştî pêvajoya aştî û çareseriyê ji holê hat rakirin li welat pirsgirêk carek din dest pê kir. Di serî de li hemberî Rojhilat Navîn û welatên din polîtîkayên şer hat destpêkirin. Her ku çu îtîbara xwe winda kir dewlet. Xizanî, bêhiqûqî û bêedaletî zêdetir bû. Li ser erdnegariya me kaoseke mezin hat li pêşxistin."   Di daxuyaniyê de hat banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlanê hat kirin û wiha gotin: "Em wekî Platforma Demokrasiyê dê di 1'ê Îlonê de li Parka Mûsa Anterê di saet 14.00 û 18.00'an de bi dirûşma 'Li dijî darbe, şer û zextan deng bide aştiyê' mîtîngek li dar dixin. Em bang li welatiyên xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibin.