Çalakiya rûniştinê di roja 10'emîn de ye 2019-08-28 12:24:46   AMED - Çalakiya rûnitşinê ya li dijî qeyûman ku bi tevlibûna parlamenterên HDP'ê welatiyan tê lidarxistin di roja 10'emîn de berdewam dike.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ku li Kolana Lîseyê di roja 10'emîn jî berdewam kir. HDP’î û gelê Amedê, di saetên serê sibê de hatin Kolana Lîsê bi berzkirina dirûşmeya “Amed ya me ye, rûmeta me ye” dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di heman demê de Parlementerên HDP’ê Ahmet Şik, Remziye Tosûn, Hasan Ozguneş, Tayîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Ûca û Mûsa Farisoglûllarî beşdarî çalakiyê bûn.    Li bendêye ku Serokên Giştî yên Partiya Pêşeroja Çep, Partiya Keskan û Partiya Şoreşger, beşdarî çalakiya rûniştinê ya îro bibin.