Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-08-28 11:58:24   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçim Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevditin bikin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.