HDP wê çalakiyên xwe yên bêîtiatiya sivîl zêde bike 2019-08-28 11:20:42   ENQERE - HDP duh di civîna xwe ya MYK'yê de ku li dar xist li dijî polîtîkayên qeyûm planê çalakiyan derxist. HDP'ê di civîna xwe de çalakyên bêîtatiya sivîl derxistin pêş û biryar da ku li qada navneteweyî jî dîplomasiyeke xurt bide meşandin.    Bi biryara Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê gitin û qeyûm tayînî şûna wan kir.  Lê ser vê biryara wezaretê çalakiyên ku li dijî qeyûman li herêmê hatin destpêkriin berdewam dikin. HDP'ê di civîna xwe ya Lijneya Rêveberiyê ya Navendî (MYK) de planekî çalakiyên bêîtatiya sivîl ên li dijî qeyûman derxist.    Çalakiyên bê navber   MYK'a HDP'ê di civîna xwe de biryara gelek cureyên çalakiyên bêîtatiya sîvîl ên wekî nobeta edaletê, çalakiya rûniştinê û hrwd. ku bê navber li dar bixe da.  HDP'ê di civîna xwe de pêşniyarên ku wê çalakiyên bêîtîatiya sivîl ên çawa li dar bixin jî nirxand.    Xebatên li meclisê   HDP bi mîtîngên 1'ê Îlonê Roja Aştiya ya Cîhanê ku wê li bajarên mezin ên wekî Amed, Wan, Stenbol û Îzmîr  li dar bixe wê balê bikişîne ser tayînkirina qeyûman. Herwiha HDP ji bo li bajarên din jî daxwaza aştiyê bîne ziman, çalakiyên curbicur ên di çarçoveya planê hatiye derxistin de wê li dar bixe. Di çarçoveya têkoşîna li dijî qeyûman de wê serdana Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî jî bê kirin. Herwiha di çarçoveya van çalakiyan de wê ciwan jî bêyî ku pere bidin li optobusên şaredariyê siwar bin û çalakiya bêîtiatiya sivîl li dar bixin.  Wê çalakiyên li dijî qeyûm ên rûniştinê ku di serî de li Amed, Wan û Mêrdînê hatin lidarxistin jî berdewam bikin. Herwiha wê daxuyaniyên ku sayiyan agahdar bikin bên dayîn û kampanyaya îmzeyan ku gel jî bigire nav xwe bidin destpêkirin.  Li aliyekî jî xebatên li ser medya civakî ên teşîrkirina qeyûman jî wê berdeewam bikin.     Dîplomasiya navnevneteweyî wê bê bihêzkirin   HDP'ê xebatên xwe yên di kategoriya dîplomasiya navneteweyî de jî wê leztir bike. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Ewropa (YE) û bi Parlamentoya Ewropayê (AP) re jî têkilyan dayne.    HDP'ê di civîna MYK'ya xwe de ku hemû rê û rêbaz niqaş kirin, biryar da ku ger polîtîkayên qeyûm berdewam bikin wê têkiliya vê bi sendoq û hilbijartinê re jî bi partiyên siyasî yên muxalîf re niqaş bike.    Ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîn   Ji bo pergala hevserokatiyê ku ji bo tayînkirina qeyûman wekî hincet hat nîşandan, di warê nûnertiya jinê de têkoşîn bêdayîn. Herwiha di nava van çalakiyên ku wê bên lidarxistin de hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, di hefteya bê de roja pêncşemê li stenbolê wê bi rojnamegerên biyanî û yên tirkiyeyê re bên gel hev.