KCD: Bi rûhê yekîtî û neteweyî li dijî qeyûman seferber bibin 2019-08-28 10:30:56   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk, bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman a Wan, Amed û Mêrdînê şermezar kir û got: "Divê li hemberî mejiyê dewletê ya înkarker û tasviyekar, hemû gelê li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn, partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl bê fikar, bi rûhê yekîtî û Neteweyî seferber bibe. Ev yek êdî pêwistiyek jiyanî ye."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê şermezar kir û diyar kir ku divê helwesteke hevpar û neteweyî bê nîşandan. KCD di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Banga me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyên sivîl e. Di van rojên ku li herêmê û kurevî geşedanên girîng tên jiyîn de, Netewe dewleta Tirk a Modern û bloka niha, bûye sedema krîzek civakî, siyasî û rêveberiyê. Di encama meşandina polîtîkayên hundir û derve de, her daîm krîzan diafirîne û ji bo xwe bi awayekî optimal sûdê werdigire, bi terza siyaseta lewaz rojeva gelê me mijûl dike.    Li hemberî hêzên muxalîf êrîş    Desthilatdariya îro, bi rewşa heyî ya niha ku xwedî dîrok û sedemên xwe hene, dijî zagonên cûntayê jî tevdigere, bûye nûnerê aqilê îrrasyonel û xwediyê xeta şer û pevçûnê. Hemû amûrên pêkûtî û qirkirinê di serî de li ser gelê Kurd li dijî hemû hêzên mûxalîf pêk tîne. Bloka AKP-MHP’e li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkarkirinê dimeşîne. Bi sepandina polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî ketiye merhaleyekî nû û dixwaze hiqûqa metîngeriyê ya nû bide qebûlkirin.   Şerê herêmî li pêşdixin    Polîtîkayên desthilatdariya heyî, bêyî cûdahiyê bixe navbera, Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat dixwaze êrîşî hemû rêxistinkirinê bike û di vê çerçoveyê de dixwaze îmhakirina giştî pêk bîne. Di pêvajayo referandûma Serxwebûna Başûr de polîtîkaya ku meşand, dagirkirina Efrîn’ê, Sewqiyata li sînorê Rojava û dagirkirina di bin navê ‘Pençe’ ya li dijî Başûr, tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên HDP’ê yên mezin, her yek perçeyek vê konseptê ye û ev yek potansiyela şerê herêmî pêş dixe. Ev pêvajoya ku li Rojava û Başûr bi awayekî hevrast (Paralel) hat meşandin, hemû qadên rêxistinkirî hedef girtin û ev yek ji hêla Erdogan ve wekî ‘têkoşîna topyekûn’  hati binavkirin.   Bi rûhê yekîtiyê seferber bibin   Divê li hemberî mejiyê dewletê ya înkarker û tasviyekar, hemû gelê li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl bê fikar, bi rûhê yekîtî û Netewî seferber bibe. Ev yek êdî pêwistiyek jiyanî ye. Duh ew aqilê metînger ku vîna ji bo serxwebûnê Başûrê Kurdistanê derket holê tune hesiband, çibe, bi tayînkirina qeyûman  a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî heman aqile metînger e. Ji ber vê yekî li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila be, ji kîjan hêlî ve bê bila bê, divê ev êrîş li dijî hebûn û vîna Neteweya gelê Kurd bê nirxandin. Ev êrîş li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava pêk bên vê rastiyê naguherîne.   Li hemberî metîngeran yekbûna 4 parçeyan   Gelê Bakûrê Kurdistanê, tevahî rêxistin û saziyên demokratîk di hemû merhaleyan de, di qezenckirina statuya Başûr de ev deskeftiyan parastiye, xwedî derketiye û li rex gelê Başûr rawestiyaye. Êrîşên ku li dijî Başûr pêk hatine wekî ku li dijî Bakûr pêk hatibe nirxandiye û mil bi mil li rex gelê Başûr cîh girtiye.  Li hemberî zext, sepandinên dijdemokratîk, gef û şantajan, gelê Bakûr ji sedî 60’an zêdetir û bi vîna gel Şaredariyan hilbijart, lê mixabin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Li hemberî vê yekî mafê gelê Bakûr heye ku, hemû gelên 4 parçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl li rex xwe bibîne. Ji ber ku em birayên hev ên neteweyekî, qederekê parve dikin û li hemberî metîngeran li perçeyên cûda ji bo fikarên Netewebûnê têkoşînê didin, divê bi taybet Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl li rex gele Bakurê Kurdistanê cih bigire. Ev yek ji bo fikirandina Netewî û jiyana Netewî pêwistiyek jiyanî ye.   Bêdengiya Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin   Dema ku berjewendiyên Netewî û vîna Netewî bibe mijar, divê hemû cûdahiyên wekî bîrdozî, siyasî, partibûnî û komî li pêş helwesta Netewî nebê asteng. Ji ber ku qeyûm tayînî 3 şaredariyên me yên mezin hatin kirin, dema mirov balê dikşîne ser bertek û nerazîbûnên ku ji bo piştgiriya Gelê Kurd li Tirkiye û 4 aliyên cîhanê hatin dayîn dinêre, ji ber biratiya me ya Netewî û hiqûqa di navbêra me de, em dixwazin diyar bikin ku li hemberî bêdengiya Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl em zehmetiyê dikêşin.     Li hemberî êrîşan xwedî helwest bin   Ji ber vê yekî bi taybet em dixwazin binê wê xêz bikin ku, tevahiya gelê Bakûr bi mafekî watedar di nav bendewariyeke bi vî rengî de ye. Divê hemû kes li hemberî êrîşên desthilatdariyê, xwedî helwest be û li vîna ku derketiye holê xwedî derkeve. Ev yek  îro li pêş lîderên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Saziyên Pîşeyî û Yekitiyên wan, Nivîskar, hunermend û rewşenbîran wekî erkek Netewî disekine."