‘Em li dijî qeyûman di 1’ê Îlonê de li qadan e’ 2019-08-28 09:14:18   AMED - Rêvebera HDP’ê ya Amedê Şîlan Elmas Kan li dijî qeyûman ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Heta hevşaredarên me neyên radestkirin, em ê têkoşîna xwe ya sivîl, rewa û demokratîk li qadan bidomînin.”   Li Amedê, ji bo mîgînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê roja yekşemê pêk bê amadekarî didomin. Mîtîng wê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk bê û hemû rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêmê wê piştgiriyê bidin. Mîtîng bi dirûşma ‘Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriya demokratîk’ wê bê organîzekirin û hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, hevşaredarê bajarê mezin yê Amedê ku qeyûm hat şûna wî Selçûk Mirakli jî wê tevlî bibin. Rêvebera HDP’a Amedê Şîlan Elmas Kan ji bo mîtînga wê li Qada Îstasyonê saet di 10’an de destpê bike bang kir û daxwaz kir ku ji bo aştî û demokrasiyê tevlî mîtîngê bibin.   Şîlanê destnîşan kir ku divê gel li dijî polîtîkayên faşîst û paşverû yên desthilatdariyê di heman xetê de bên cem hev û wiha got: “Ji bo HDP’ê di qada siyasetê de asteng bikin her cureyê hewldanê dikin. Li meclîs, şaredarî, kolan û her derê pêşî li HDP’ê digirin û astengiyan derdixin. Li vî welatî yekane hêvî HDP ye. Ancax têkoşîn û siyaseta HDP’ê dikare aştiyê bîne vî welatî. Polîtîkayên şer yên desthilatdariyê welat dibe kaosê. Operasyonên dersînor dikin, her kesên li alî HDP’ê digirin, qeyûman tayînê şaredariyan dikin, daristanan dişewitînin û pêşiya siyaseta demokratîk digirin. Em li dijî van pêkanînan wê li qadan bin.”   ‘Walî ji bo bibe serlêdan kiriye’   Şîlanê her wiha bi lêv kir ku şaredariyên bi rêjeya dengekî mezin girtine, hatine xespkirin û wiha bi lêv kir: “Şaredariyên me bi dengekî mezin girt lê tenê dikaribûn bi darbeyê şaredariyên me bigirin. Şaredariyên me yên ku hîna deyn û nelirêtiyên qeyûman çareser dikir û dest bi xebatên xwe nekiribûn, bi îdiaya pere şandine ji Qendîlê re hatin xespkirin. Ev îdiayeke vala ye û hîna şeva hilbijartinê Walî Hasan Basrî Guzel nan û ava xwe hiştiye û ji bo bibe qeyûm serlêdan kiriye. Gelo ev tiştekî çawa ye? Gelê vî bajarî qeyûman naxwazin û bi rojane li qadan bertek nîşan didin. Em ê li dijî van têkoşîna xwe bidin. Dewlet îrada gelê Kurd nas nake. Li her derê êrîşê destkefiyên Kurdan dikin.”   Dê di 1’ê Îlonê de bên Qada Îstasyonê    Şîlanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku rastî ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn û wiha got: “40 sal in li herêmê şerek bi awayekî fîlî didome. Dewlet bi polîtîkayên şer û qeyûman hewl dide gel têk bibe. Di serî de HDP, hemû hêzên demokrasiyê ji bo ev şer veguhere aştiyê çi ji destê wan tên dikin. Em ê di 1’ê Îlonê de aştiyê biqîrin. Hevşaredarên me heta neyên ser peywira xwe em ê li qadan têbikoşin. Em bang li hemû kesî dikin ku 1’ê Îlonê de li Qada Îstasyonê bên cem.”