ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-28 09:00:06   *Endama Komîteya Perwerde ya Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir, derbarê tecrîd, pêvajoya heyî û gefên dewleta tirk de nirxandin kir û got: "Em ê weke saziyên civakî bangewaziya Rêber Apo ya ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aşîtiyê bingeh bigirin." DÎMEN HEYE   * Endama Jinên Komînîst ên Ciwanan a Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Destîna Serhed diyar kir ku ew ê li dijî gefên dewleta tirk hemleya bi navê "Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze" dest pê bikin û got:"Heta em hebin em ê li dijî neheqî û êrîşên dijminên gelê Kurd bisekinin. Em destûrê nadin ku dijmin mafên me binpê bikin."   *Plan û hevpeymanên ku di  vê rewşa hesas de derketin pêş tenê armanca wê parçekirina Sûriyeyê bû. Mijara herêmên "bi ewle" destûreke nû ya ji bo fermiyeta dagirkeriya welatan e. Her kes dizane ku kurdan êrîşî dewleta tirk nekiriye. Bi sînorekî aram cîrantiya wê dike. Gelek hincetên vala wekî sedem tên nîşandan da ku êrîş li ser gelê kurd pêk bê. Bi êrîşan destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. Li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya gelê kurd wê derkeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e. JI PÊNÛSA JINAN    *Parlamenetera HDP’ê Feleknas Uca û endama SKM’ê Satiye Ok ku li dijî qeyûman ev 10 roj e li qadan bi gel re li berxwe didin, diyar kirin ku li dijî vê zilmê berxwedan tê meşandin û wiha got: "Divê gelên Tirkiyeyê li dijî xespa demokrasiyê dengê xwe bilind bike. Îradeya sindoqê û demokrasî tune tê hesibandin."DÎMEN HEYE   *Ji Meclîsên Jinan Hîlal Susuz diyar kir ku li welatê çekdariya şexsî tê teşwîqkirin û piştgirî ji bo newekheviya zayenda civakî tê dayîn, ji sedî 80’ê jinên rastî şîdetê tên bi saziyên dewletê bawer nabin, serî li saziyan nadin û got bi qanûnên bandora wan zêdetir dikare pêşî li kuştinên jinan bên girtin. BI DÎMEN   *Rêvebera HDP’ê ya Amedê Şîlan Elmas Kan li dijî qeyûman ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Heta hevşaredarên me neyên radestkirin, em ê têkoşîna xwe ya sivîl, rewa û demokratîk li qadan bidomînin.”