Li dijî kuştina jinan li Amedê meş hat lidarxistin 2019-08-28 08:56:57   AMED -  Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê li dijî şîdet û kuştina jinan daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.    Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosaye, duh meşek hat lidarxistin û şîdet û kuştina jinê hat şermezarkirin. Jinên amedî li Xaçerêya Dunyayê li hev kom bûn û heta Parka Roboskî meşiyan û li vira daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersîm Dag, Feleknas Uca, hevşaredarên HDP, rêveberên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Komeleya Rosayê, Platforma Jinan a Amedê (DAKP), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Partiya Sosyalîst ên Bindestan (ESP) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor daxuyanî bi kurdî xwend.    Daxuyaniya jinan de wiha hat gotin: "Emîneya ku li Kirikkalê, Tugbayê ku li Konyayê, Munevver û Halise Narînê ku li Farqîna Amedê, Emela ku li  Êlihê û Emîne ya ku li Patnosa Agiriyê hatiye qetilkirin, em ji bo hemû jinên ku hatine qetilkirin dimeşin. Em bi hêrs in, ji ber hiqûqa we ne bi edalet e. Bi qanûna 6284'an û peymana Stenbolê û CEDAWê mafê ku hatine dayîn nakevin meriyetê. Bi ser de jî bi polîtîkayên bê ceza û êrîşên li hemberê destkeftinên jinan hûn şirîkên van qetlîamanin.   Em bi hêrs in, ji ber mirovên ku bi rojan e mafên xwe yên demokratîk tînin ziman, bi êrîşên dijwar re rûbirû dimînin. Her wiha jinên ku biryara mafên wan bên parastin hene jî dîsa nayên parastin.    Bi bedelên giran ku pergala hevserokatiyê me anî her rêveberiyê, hûn dixwazin wê jî krîmînalize bikin. Hevserokatî ji bo rêveberiya demokratîk rêye. Ji bo me jêneveger e.  Pergala qayyûmtiyê dixwaze sîstema hevserokatiyê û destkeftinên jinan tune bike. Dixwazin jinan ji qadên siyasî, aborî û civakî dûrbixin. Pergala qayûmê mafê jinan talandike. Em dev ji mafên xwe, dev ji destkeftinên xwe bernadin."   Em bi dengekî bilind bang dikin. Kuştina jinan polîtîk e. Em naxwazin bimirin. Em bangî jinan dikin, werin bi hewldana jinan, mafên ku me, bi dest xistine, em bi hev re lê xwedî derkevin. Em li ber xwe bidin û em berxwedan û têkoşîna xwe mezinbikin."              Çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.