'Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînê wê dor were te jî' 2019-08-27 17:05:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen, siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, hunermend û parêzvanên mafên mirovan, li dijî tayînkirina qeyûman metneke hevpar weşandin û gotin: "Em dibêjin, bêdeng nemînin, her ku bêdeng bimînin wê dor were we jî û em vê biryarê nas nakin.''   Nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyên cur bi cur didomin. 184 kesên di nav de rojnameger, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û hiqûqnas hene, li dijî tayînkirina qeyûman metneke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew biryara qeyûmê nas nakin.    Di metna hevpar de wiha hat gotin: "Demokrasiya lewaz a Tirkiyeyê dîsa ji kûr ve derbek xwar. Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi biryara wezaretekê, bi qeyûm hat desteserkirin û înfaz li wan hat kirin. Ev darbe ne li wan, li gelê ku hilbijartiye, jê wêdetir, li mafê hilbijartinê ya gel e. Di wê rêyê de ya bi ser dîktatoriya gihiştî de qonaxeke nû ye. Ji ber vê, kilîdeke li ziman, vîn û azadiya me hemûyan e. Heke ev kilîd bi yek destî neyê vekirin, wê hemû Tirkiyê kilîd bike.   Em darbeya şaredarên şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê darbeya li ser xwe dihesibînin. Em vê biryarê nas nakin. Em darbeya li gel ku xwedî li şaredarên xwe derdikevin, darbeya li ser xwe dihesibînin. Em li dijî vê zilmê derdikevin. Em pir baş dizanin ku sibehî dor wê were ser wan ên ku îro bêdeng in û dibêjin, bêdeng nemînin, her ku hûn bêdeng dimînin, dor wê were ser we. Li kûdera cîhanê dibe bila bibe, em bang li wan hemû kesan dikin ku ji demokrasiyê, vîna gel, mafê hilbijartinê, azadiya ramanê, serweriya hiqûqê, hîsa dadê û dengê wijdanê bawer dikin, li dijî vê zilmê bi hev re bibin xwedî helwest. Em dizanin; Tirkiyeya demokratîk û azad a siberojê wê ji berxwedana dadmendiyê ya îro û ji hevgirtina aştiyê wê çêbibe.''