DÎSK, KESK, TTB û TMMOB: Li hemberî vîna gel darbeyek pêk anîn 2019-08-27 15:33:29   AMED - 9 roj in li Amedê çalakiyên nerazîbûnê ya li hemberî tayînkirina qeyûman tê lidarxistin. Îro serok û hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK Arzu Çerkezoglu, tayinkirina qeyûm wekî “darbe” pênase kir.    Çalakî û nerazîbûnên li dijî tayînkirina şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amed, Mêrdîn û Wanê îro jî pêk hatin. Li Amedê di roja 9’emîn de dîsa parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de dowîzên “Ne qeyûm em bajarên dostên zarokan dixwazin", “Em çima hatin kuştin? li Pirsûsê, Enqereyê û Amedê" vekirin. Çalakî wekî her roj dîsa di dorpêça polîstan de pêk hat û polîs nehiş girse daxuyanî bide çapemeniyê.    Hevserokê PSK'ê Mesud Tek, serokê şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, serokê Konseya TTB'ê Raşit Tukel, serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata û nûnerên sendîkayan tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Hevserok û nunerên sendîkayan bi pankarta “Dest nede vîna min" tevlî çalakiyê bûn. Her wiha dirûşmeyên wekî “Qeyûm wê hesab bidin gel", “Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û “Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan" berz kirin.    'Hemû cîhan nelirêtiyên qeyûman dît'   Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, li dijî bêbextiya Serokomar Tayyîp Erdogan a “Pereyan dişîne çiyê" got: “Nelirêtî û diziya wan di çapemeniyê de belav bû. Nelirêtiyên qeyûm hemû cîhanê alemê dît. Bedela wê çi dibe bila bibe em serî natewînin û em ê li ber xwe bidin."    'Polîtîkayên AKP'ê şermezar dikin'    Serokê Giştî yê PSK’ê Mesud Tek, diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e û wiha got: “Em vê polîtîka AKP’ê şermezar dikin. Em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Qeyûm ne tenê li dijî gelê Amedê li dijî vîna hemû gelan e."    'Dixwazin Tirkiye têxin nava şer'   Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm dixwazin Tirkiye têxin nava şer û wiha got: "Em bang li gelê Tirk dikin ku di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin."    'Li hemberî vîna gel darbe pêk anîn'   Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP’ê darbeya li dijî vîna gel e û wiha got: "Darbeya li dijî demokrasiyê ye. Vîna gel aşkere xezp kirine. Hedef û armanca vê darbeyê vîna milyonan gel e. Dixwazin vîna milyonan a 4 aliyên Tirkiye ku li dijî faşizmê serî hildide tune bikin.    Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî xwest li dijî qeyûman gel bibin yek û bi hev re têbikoşin.     Girsê piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan dawî li çalakiyê anîn.