Li hemberî daxuyaniya diyanetê bertek zêde dibin 2019-08-27 14:28:53   ÎZMÎR - Ji bo Emîne Bulut, Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şîdeta li hemberî jinê di encama polîtîkayên cihêkariyê pêk tên û gotin: "Em ne emanetê desthilatdariya zilam in."   Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo Emîne Bûlût û hemû jinên hatine kuştin, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Ji rêveberên Şaxê Cemîle Karakaya, di civînê de axivî û diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê, encama polîtîkayên cihêkariyê ye û her roja diçe kuştinên jinan zêdetir dibin.    Cemîle, da zanîn ku divê li dijî kuştinên jinan têkoşîn bê dayîn û wiha got: “Serokê Karê Diyanetê ji ber tundiya li dijî jinan daxuyanî dide. Ev daxuyanî bingeha tundiya li dijî jinan ava bike. Serokê Karê  Diyanetê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje ‘Di ola me de, destnedayîna maf, rûmet û canê jinê heye û ew emanet in.’ Em jî dibêjin, em ne emanete zilam û desthilatdariya zilam in. Divê li dijî pêkanînê tundiyê yên li ser jinan, lêpirsînek bi bandor bê birêve birin û dest ji polîtîkayên ne cezakirinê bên berdan.”