'Di hefteyekê de mafê bi milyonan kesî hat binpêkirin' 2019-08-27 13:53:30   AMED - ÎHD'a Amedê diyar kir ku di hefteya dawî de mafê milyonan kesan a bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin û wiha got: "Mafê bi milyonan kesî a bijartin, hilbijartin, çalakî, xwe îfadekirin, ragihandin û agahî girtinê hatiye binpêkirin."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amadê, têkildarî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê û binçavkirina sedan kesan daxuyaniyek nivîskî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hevşaredar bi awayekî li dijî hiqûqê ji peywirê hatine girtin û bi vê yekê darbe li demokrasiyê xistine û wiha cih da daxuyaniyê: "Di dîroka demokrasiyê de bûye mohra reş. Welatiyan û hilbijêran ji roja destpêkê bertek û nerazibûnên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm anîne ziman.    Vîna bi milyonan kesî hat îhlalkirin   Polîsan li dijî hilbijêr û welatiyan mudaxaleyên pir hişk pêş xistin. Îşkence û muameleya xerab kirin. Hêza bê kontrol bikar anîn. Di êrîş û mudaxaleya bê sinor de gelek jin, ciwan, zarok kal û pîr birîndar bûn. Ev mudaxale li dijî mafên mirovan û azadiya îfadeyê ye. Ev mudaxale nayê qebûlkirin. Walîtiya Amedê ji 31'ê adara 2019'an ve her roj, nivîs ji Wezîrê Karên Hundir re nivîsand û daxwaza tayînkirina qeyûm kiriye. Waliyê Amedê xwe xistiye şûna darazê û tev geriya ye. Li dijî hiqûqê tev geriya ye. Bi tayînkirina qeyûm vîna milyonan îhlal bûye.   Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê hat dorpêçkirin    Piştî qeyûm tayinî şaredariyan kirin avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin. Avahî dibişe girtîgehê. Di serdegirtinên avahiyên şaredariyê endamên meclîsa şaredariyê rêveberên HDP'ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de derî hatin kişandin. Alav û amûr tev belav kirin. Kesên hatin binçavkirin bi lêdanê hatin binçavkirin.    Li Amedê 138 kes hatin binçavkirin   Li Amed, Mêrdîn û Wanê di 19'ê tebaxê de nêzî 420 kes hatin binçavkirin. Di 23'ê tebaxa 2019'an de hêjmara kesên hatin binçavkirin hezar kes derbas kirine. Li Amedê di serdegirtina malan de 138 kes hatin binçavkirin. 32 kes jî di çalakiyan de hatin binçavkirin. 26'ê tebaxê de hemû kesên hatin binçavkirin tev hatin berdan. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de ji wan hat xwestin ku bibin sîxur. Kesên kal û pîr dermanê wan nedane wan. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan re rastî muameleya xerab hatine.    Mafê agahî girtinê ya rojnamegeran hat îhlalkirin   Di çalakiyên protestoyê de parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel, Gulîstan Koçyîgît bi cop û pêhnan birînda bûn û rastî êrîşa lîncê ya polîsan hatin. Li Mêrdinê jî rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç, Rojda Aydin, Nurcan Yalçın, Halime Parlak û Yelda Çiçek ji ber nûçe şapandin hatin binçavkirin. Mafê wan ê agahiyê bidin hat îhlalkirin.    Di hefteyek dawî de mafê milyonan ê bijartin û hilbijartinê hat îhlalkirin. Mafê ragihandin, agahîgirtin, daxuyanî û civînên girseyî û azadiya îfadeyê hatiye îhlalkirin."