Çalakiya rûniştinê di roja 9'emîn de ye: Wê diz hesap bidin gel 2019-08-27 12:41:29   AMED - Çalakiya rûniştinê ku li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin di roja 9'emîn bi dirûşmên "Wê roj bê û diz hesap bidin gel" berdewam dike.    Çalakiyên şermezarkirinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ku li dijî tayînkriina qeyûmên li ser  şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin destpêkriin  berdewam dikin.  Girseya ku 9 roje li ser Kolana Lîseyê di nav de parlamenter û hevşaredar jî hene li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Kolana Lîseyê çalakiyan li dar dixe îro jî di saetên serê sibehê de li heman cihî kom bû.     Di çalakiya îro ku hat lidarxistin de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji peywirê hat girtin Adnan Selçûk Mizarakli û hevşaredarên din ên HDP'ê, endamên meclisa şaredariyan, Lijneya Koordînekirina Bajêr a TMMOB'ê  Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK)  Odeya Tabîban, Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Maçoglu, Endamên Meclisa Şaredariya Dêrsimê û bi sendan welatî tevli çalakiyê bûn.     Di çalakiya rûnitinê ku bi stranan hat destpêkrin de dirûşmên "Bijî berxwedana Amedê","Bijî berxwedana Mêrdîn" , "Wê AKP wê biçe", "Roj wê bê û deweran bizîvire, dizi wê hesap bidin gel" tên berzkirin.