‘Qeyûman butçe ji bo xizmeta gel nehiştin’ 2019-08-27 09:07:27   WAN - Bi îdiaya ‘pere dişînin ji çiyê re’, qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê hatin kirin û bertekên li dijî qeyûman didomin. Hevşaredara Elbaqê Şengul Polat wiha got: “Kîjan pere wê bişînin ku derê? Qeyûmên dema berê pereyê ji bo xizmeta gel bê kirin nehiştine. Em hîna deynê wan didin.”   Ji bo şaredariyên bajarên Mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û bertekên gel û siyasetmedaran ên li hember vê didomin. Di dema berê de jî ji bo şaredariyên HDP’ê qeyûm hatibûn tayînkirin û di 31’ê Adarê de bi dengên gel qeyûm şûnde hatibûn şandin. Piştî hilbijartinan şaredariyên bi mîlyonan lîra di bin deyn de mabûn, ewil deynd hatibû aşkerakirin û piştre jî şaredaran bi derfetên xwe xebat meşandibûn. Bi mîlyonan deynê qeyûman û nelêrêtiya hatibû kirin bi belgeyan hatibûn aşkerakirin û piştî vê desthilatdariyê bi hinceta ‘pere ji çiyê re dişînin’ qeyûm tayînî 3 şaredariyên mezin yên HDP’ê kir.   ‘Em qadan terk nakin’   Hevşaredara Elbaqê ya Wanê Şengul Polat balkişand ser rewşê û got qeyûmên berê butçeya ku bi xizmeta gel bê kirin nehiştine û wiha got: “Bi qeyûman îradeya gel hatiye îpotekirin. Hûn îradeya gel tune dihesibînin wê demê hûn çima hilbijartinê dikin. Hincetên hatine nîşandan derew in. Bi tu awayî delîl û tespît tune ye. Şaredarî di bin xizmeta gel de ne. Nelêrêtiyên qeyûm ên li bajarên mezin, hatine tespîtkirin û pêşkêşî gel hatine kirin. Em vê nelêrêtiyê teqez qebûl nakin û ji bo xwedî li îradeya gel bê derketin em ê qadan terk nekin.”   ‘Li hember gelê Kurd dijhiqûqî û bêdadî heye’   Şengulê destnîşan kir ku gelê li dijî dijhiqûqiyê derdikeve qadan jî tê îzolekirin û ev tişt anî ziman: “Li serê her kolanê polîs hene. Nahêlin 4-5 kes bên cem hev. Naxwazin gel bi îradeya xwe bê cem hev. Destûr nadin. Tehemul nakin. Ev jî nîşaneya tirsa li hember wan e. Ew bixwe dibêjin ‘yên hilbijartinê tên wê bi hilbijartinê jî biçin’. Lê dema mijar dibe Kurd nêzîkatiyeke dijhiqûqî heye.”   ‘Em hîna deynê qeyûmên berê didin’   Şengulê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser gotinên serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Pereyê bi bacê tê ne ji bo gel ji bo Qendîlê tê şandin. Em nikarin vê temaşe bikin’ û got qeyûmên berê butçeyeke ku ji bo xizmeta gel bê xerckirin nehiştine û got: “Gelo kîjan pereyî wê bişînin ku derê. Em behsa diyariyên bi sedhezaran lîrayî yên qeyûman ji hinek kesan re girtine dikin. Em hîna jî pereyê van diyariyan didin. Em ji bo xizmeta gel hatin, bi vê gotinê jî em ê li şaredariyê berdewam bikin.”