Ji bo xebatkarên jin ên şaredariyê tehdîda ‘ji kar derkevin’ 2019-08-27 09:06:17   MÊRDÎN - Yek ji sê şaredariyên bajarên mezin ên qeyûm lê hatibûn tayînkirin şaredariya HDP’ê ya Mêrdînê bû. Qeyûmê tayînî şaredariyê bû îcrata wî ya ewil, midûrê mêr tayînî Serokatiya Daîreya Polîtîka Jinan kir. Niha jî bi tehdîdê hewl dide xebatkarên jin ji kar derbixe.   Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û yek ji van jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû û walî Mustafa Yaman hatibû tayînkirin. Mustafa Yaman çawa hat berê xwe da xebatên jinan. Qeyûm midûrekî mêr tayînî Serokatiya Dîareya Polîtîkayên Jinan kir û yek ji kesên ku qeyûm girtibû kar Burat Tuzlu jî hat hînbûn ku personelên jin ên şaredariyê tehîd kiriye.   Jinek xebatkara şaredariyê ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku Burak Tuzlu ku nêzî 30 jinî negirtiye şaredariyê, ew tehîd kirine. Jina ku navê xwe neda daxuyakirin ku Burak Tuzlu yê xebatkarê qeyûm e, bi gotinên ‘Heta hûn dernekevin karê herî pîs ez ê bidim we’ mobîng li wan kiriye û her wiha got ku dîsa heman kesî gotiye ‘Ger rûmeta we hebe hûn ê ji kar derkevin, hun ê bixwe îstîfa bikin. Em ê ji xwe we biavêjin.’   Jinên ku negirtin şaredariyê, bi armanca berteka xwe nîşan bidin her roj li ber şaredariyê dipên.