Ceylan AVM çalakiya li dijî komkujiya jinan asteng kir 2019-08-27 08:44:33   AMED - Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê xwestin li dijî komkujiyên jinan li ber Ceylan AVM rûnên û çalakiya rûniştinê pêk bînin lê rêveberiya Ceylan AVM ev çalakî asteng kir. Jinên ku ji bo çalakî pêk were israr kirin diyar kirin ku ji bo komkujiyên jinan bê rawestandin pêdivî bi Peymana Stenbolê heye.     Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin di şexsê Emîne Bulut a ku ji aliyê Fedaî Varan hat qetilkirin, li dijî komkujiyên jinan li ber Ceylan AVM rûnên û çalakiya rûniştinê pêk bînin lê rêveberiya Ceylan AVM ev çalakî asteng kir û gotin hûn nikarin 15 dkya jî çalakiyê bikin. Li ser vê yekê jinan çûn li beşek parkek nêz rûniştin û çalakiya xwe pêk anîn.   'Em ê ji bo jiyanê her têbikoşin'   Welatiyên der û dorê jî piştgirî dan jinê ku pankartên bi nivîsên "Em naxwazin bimirin","Jin jiyan azadî","Jin jiyan e jiyanê nekuje" hilgirtin. Piştî çalakiyê jinan bang kirin û gotin:"Em jin naxwazin em bimirin. Em dixwazin bijîn. Kesên ku îro me asteng dikin jî hevparên vê komkujiyê ne. Em dixwazin Peymana Stenbolê bê pejirandin. Em ê ji bo jiyanê her têbikoşin."   Piştî çalakiya rûniştinê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û bi lêdana çepikan belav bûn.