Li Qamişloyê li ser zayîna xwezayî semîner hat dayîn 2019-08-26 16:17:28   QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad û Heyva Sor a Kurd li zanîngeha Rojava Qamişloyê li ser zayîna xwezayî û qeyseriyê (sezeryan) semîner dan.   Bi pêşengiya Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd, di 20’ê tîrmehê de hemleya hişyarkirina jinan a di derbarê zayîna xwezayî û qeyseriyê (sezeryan) de li Kantonên  Qamişloyê û Kobanê bi dirûşma "Ji bo jinan zayîna bi tendirust a xwezayî ye” habû despêkirin.   Li Zanîngeha Rojava jî girêdayî mijarê ji aliyê Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor ve semînerek hat dayîn. Semîner ji aliyê hemşîreya bi navê Şehnaz Mûsilî ve ji bo xwendekar û mamosteyan hat dayîn. Bandora erênî û neyêniya zayîna xwezayî û zayîna qeyserî (sezeryan) ji xwendekar û mamosteyan re hate şîrovekirin.   Semîner bi pirs û bersivan dawî bû.