'Em çima hatin kuştin?' 2019-08-26 15:15:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di têkildarê daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de li 3 bajaran banga hevpar hat dayîn û gotin: "Em bang li Birêz Ahmet Davutoglu dikin ku beşdarî dozên Amed, Pirsûs û 10'ê Cotmehê bibe û tişta dizane li dadgehê parve bike."    Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, Înîsiyatîfa Malbaten Pirsûsê û Înîsiyatîfa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, daxuyaniyên hevpar dan. Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, li avahiya komeleyê daxuyaniyê da. Înîsiyatîfa Malbaten Pirsûsê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê dan û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê jî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Komele û înîsiyatifan bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir u xwest di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê mijidara 2015'an de çima û çawa hatin kuştin aşkre bikin.    'Agir ket dilê me...'   Li Enqereyê Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun û li Stenbolê ji malbatên Pirsûsê Çagla Seven daxuyanî da. Komele û Înîsiyatîfê di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: "Li Tirkiye herî zêde di serdema Davutoglu de dîroka tarî pêş ket. Yekem car îktîdara AKP'ê di 7'ê hezîranê de têk çû. Davutoglu, têkildarî pevajoya tarî ya 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdarê daxuyaniyên girîng dan. Davutoglu perçeyê vê dîroka tarî ye. Serdema ku Ahmet Davutoglu qala wê dike agir ket dilê me û malên me. Ocaxên me vemirîn. Hin kes ji çanên xwe û hin kes ji, xizmên xwe bûn. Gelek seqet man.    Serdema herî bi xwîn jiya ne   Di hişê hezar kesan de ew roj wekî duh taze ye. Em qatîlan nas dikin. Em baş dizanin ku bi bombeyen DAIŞ'ê di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de çi pêk hat. Em qatilan ji nas dikin. Em napirsin wê demê çi bû. Em dibêjin çawa pêk hat. Em bang li îktîdara siyasî ku Davutoglu ji nava wê derket dipirisin. Welatê de di serdema îktîdara te de serdema herî bi xwîn jiya. Mîlîtanên DAIŞ'ê dest û milê xwe li ba kirin û hatin çalakiyên komkujiyê li dar xistin. Li hin herêman kontrola nasnameyan kirin.   Ahmet Davutoglu tiştên dizane li dadgehê parve bike!   Em ji Davutoglu dipirsin, Beriya hilbijartina 1'ê mijdarê di mîtînga Wanê de te got: 'Ger ku AKP ji îktîdarê dakeve wê li kolanan teror û çete bigerin' Ew terorên hûn qalê dikin ew çeteyên ku li Amed, Pirsûs û Enqereyê em kuştin in? Em bang li Davutoglu dikin ku aşkere bikin. 103 kesên li Enqereyê hatin kuştin di serdema Davutoglu de pêk hat. Di dozên Amed, Suruç û 10'ê Cotmehê de îktîdarê mudaxale kiriye ya na? Em bang li Birêz Ahmet Davutoglu dikin ku beşdarî dozên Amed, Pirsûs û 10'ê Cotmehê bibe û tişta dizane li dadgehê parve bike."