Qeyûm 8 xebatkar ji kar derxist 2019-08-26 14:42:55   WAN - Waliyê Wanê Mehmet Emîn Yilmaz ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin, 7 jê endamên Tum Bel-Sen'ê 8 kesan ji kar derxist.    Piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 7 jê endamên Sendîkaya Kedkarên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan (Tum Bel-Sen) 8 kes ji kar hatin derxistin. Kedkarên ku îro çûn ser karê xwe, ji wan re hat ragihandin ku bi hinceta binçavkirinê ji kar hatine derxistin. Kedkarên ku ji kar hatine derxistin navê wan wihaye: Fehîm Yalçin (Karmend), Feyzûllah Aslan, Mehmet Okûmûş, Cahît Tûran (Karmend), Işik Hayran (Cîgirê Miduriyeta Otogarê), Çîmen Umît û Elîf Îlhan (Karmendê bi peyman) û xebatkarê BEL-Van'ê Fatma Yalçin.