Banga tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê hat kirin 2019-08-26 11:30:55   AMED - Dê di 1'ê Îlonê de li Amedê bi dirûşmeya "Ji Bo Aştiyeke Bi Rûmet Çareseriya Demokratîk' mîtîngek bê lidarxistin. Komîteya Amadekar bang li her kesî kir ku beşdarî mîtîngê bibin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Amedê bi dirûşmeya “Ji Bo Aştiyek Bi Rûmet Çareseriya Demokratîk" mîtîngê li dar bixin. Komîteya Amadekar têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê daxuyaniya nivîskî da û bang li her kesî kir ku tevlî mîtîngê bibin. Komîteyê xwest her kes li dijî desteserkirina nirxên kurdan dengê xwe bilind bikin û aştiyê bixwazin.