Serpil Kemalbay: Tenê bi hewldana HDP'ê faşîzim têk naçe 2019-08-26 10:26:35   ÎZMÎR - Serpil Kemalbay a HDP'ê di hevdîtinên gel ên ji bo demokrasiyê de axivî. Serpilê diyar kir ku îktidara AKP-MHP'ê di siyasetê de tengijiye û tenê bi hewldana HDP'ê faşîzm têk naçe. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê divê hemû kes li berxwe bide.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya di hevdîtinên gel ên ji bo demokrasiyê ya bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Narlidere tê kirin de hevdîtina bi gel re pêk anî. Hevdîtin li Navenda Çandê ya Ataturk a Narlidereyê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Serpil Kembalbay, Erol Katircioglu, Endama PM'a HDP'ê Gulay Gun Bilici, Ji Komeleya Pir Sultan Abdal, Mustafa Arslan wekî axaftvan beşdarî hevdîtinên bi gel re bûn.    Di destpêkê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu axivî. Erol diyar kir ku tayinkirina qeyuman zirar daye herstên edalet û demokrasiyê û ev welat piştî hilbijartina 2001'an a AKP'ê xirabtir bûye.    'HDP tevî hemû zextan li ser piya dimîne'   Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay axivî. Serpilê got:"ji 7'ê Hezîranê dema HDP benda derbas kir şûnde AKP'ê winda kir. Lê AKP ji demê heta niha bi rêyên ne rewa li ser piya disekine. HDP tevî hemû zextan li ser piya dimîne. AKP ji bo li ser piya bimîne her polîtikayên şer dike meriyetê. Tirkiye di heman demê de bi polîtikayên xwe yên şer ên li Tirkiyeyê jî her tê rojevê. Li derve AKP winda dike û vê yekê jî dixwaze bi êrîşên li ser gelê Kurd ser wê bigirin. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê destên xwe bidin destên gelê Kurd û ji bo avakirina jiyanek nû hewl bidin. Îktidara AKP-MHP'ê di siyasetê de tengijiye û tenê bi hewldana HDP'ê faşîzm têk naçe. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê divê hemû kes li berxwe bide. "   Di hevdîtinê de saet di 20.00'an de çalakiya dengderxistinê pêk hat. Hevdîtin bi beşa pirs-bersivê bi dawî bû.