Bi berxwedanê kesên di bin çavan de hatin berdan 2019-08-26 09:56:34   WAN - Parlamenterên ku tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan şermezar kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenterên ku hatin dorpêçkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin û gotin heta ku kesên di bin çavan de bên berdan ew ê çalakiya xwe berdewam bikin. Berxwedana parlamnteran encam da û 6 kesên di bin çavan de hatin berdan.    Li wanê duh HDP'yiyên ku xwestin li dijî tayînkirina qeyûman meşê li dar bixin bi êrîşa polîsan re rûbirû man. Girseya ku di nava de parlamenter jî hebûn li ser Kolana Mereşê bi êrîşa polîsan a bi gaza îsotê re rûbirû mabûn. Polîsan li gelek kesî dan û ew binçavkirin.    Piştî êrîşa ku hat kirin parlamnterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Saît Dede, Abdullah Koç, Mensur Işik û Şevîn Coşkun ji bo ku dorpêça polîsan şermezar bikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin û gotin heta ku kesên hatin binçavkirin bên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin. Li ser berxwedana parlamenteran di saetên şevê de 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.