ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-26 09:00:04   *Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê Sema Bekdaş der barê desteserkirina şaredariyên Bakur  ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir û got: " Êdî gelê Bakur  rastiya Erdogan û sîstema wî ya desthilatdar nas kiriye, Gelê ku xwedî vîn û îrade be tu kes nikarê vîna wan desteser bike."    *Jinên Efrînê ên li  Şehbayê bi cih bûne, der barê kiryarên ku di hindirê Efrînê de diqewimin nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Êrîşên dewleta tirk destdirêjiya li ser hemû nirxên jinan e, bila hemû jin bibin yek û keên ku dixwazin vîna jinan biçewisînin têk bibin."  BI DÎMEN   *Li Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Wanê bû şûnde li taxa Xaçortê zextên polîsan zêde bûn. Welatiyan diyar kirin ku hem dengên wan didizin hem jî zextan dikin û gotin ew vê bêdadiyê qebûl nakin. BI DÎMEN   *Berfîn Dogan a li Zanîngeha Çukurovayê beşa rojnamegeriyê dixwend, bi hinceta tevlî daxuyaniyê bûye hat binçavkirin û piştre ji wargehê hat avêtin û bursa wê hat birîn. Berfînê da zanîn ku tiştên hatiye serê wê ji zextên li hember rojmageriyê ne serbixwe ye.   *Jinên Îzmîrê diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê civaka serdest a mêr ku ji şîdetê xwedî dibe, newekheviya zayendî kûrtir dike û wiha got: “Em ê ne bi zayenda mêr re, em ê li dijî mêjiyê mêr têbikoşin. Em ê destûrê nedin ku cînayeta Emîne Bulut bê veşartin.” BI DÎMEN