4 Kurdên Êzidî ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarikirin 2019-08-26 08:40:07   Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - 4 Kurdên Êzidî yên ji aliyê şervanên QSD, YPG û YPJ'ê hatine rizgarkirin radestî malbata wan hatin kirin.   Di 3'ê tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve ferman li ser axa Şengalê pêk hatibû. Gelek kes hatibûn kuştin. Gelek jin, zarok û kesên temenbilind hatibûn revandin. Gelek jin û ciwan ji bo ku nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran da avêtibûn û dawî li jiyana xwe anîbûn.  Piştî ku koorîdara mirovahî ji aliye YPG û YPJ'ê hatibû vekirin gelê Şengalê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Lê gelek kes jî  ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin û kuştin. Gelê Şengalê piştî ku Şengal ji aliye şervanên YPG û YPJ'ê hatin rizgarkirin berê xwe dan ser axa xwe. Gelê Şengalê hêzên xwe, meclisên xwe xweser dane avakirin. Bi saya hêzên  QSD, YPG, YPJ'ê gelek jin, zarok, ciwan ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û radestî malbatan hatin kirin.   4 kesên ku di dema fermanê de ketibûn destê çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê li ser axa wan ya pîroz li meclîsa giştî ya Xanesorê radestî malbatê wan hatin kirin. Kesên ku hatine rizgarkirin navê van wiha ne;Dilsoz Mistefa, Efraç Dexîl, Dawut Cirdo Xelef û zarokek bin av Mitra  Xelef ku 7 salî ye.   'Hêvî dikim Êzidiyên ku hîn negihaştine ser axa xwe werin rizgarkirin'   Îdan Ehmed Ezîz ku keça wê rizgar bûye wiha kêfxweşiye xwe anî ser ziman: “ Ez ji gûndê Koço me hemû keç û zarokên me birin. Hemû mêr kuştin, yek kes nehiştin. Ev bûye 5 sale keçeke min û kurekî min jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revand. Tu agahî ya min ji kurê min nîne. Îro em gelek kefxweş in ku keçeke min rizgar bûye û em hatine pêşwaziya wê. Hêvî dikim Êzidiyên ku hîn negihaştine ser axa xwe werin rizgarkirin. Em gelek kêfxweş in ku keça min hatiye rizgarkirin. Em ji kesên ku ji bo keça me bê rizgarkirin alîkar bûne spas dikin.”   'Yên ku divê şerm bikin dijminên mirovahiyê ne'   Isra Mistefa ku beriya demek berê ku ji destê çeteyan hatibû rizgarkirin, bi rizgarkirina xwişkê xwe kêfxweş bû û hestên xwe wiha bi lêv kir: “ Ez îro gelek kefxweş im. Îro xwişka min hatiye, beriya 2 meha ez jî rizgar bûme. Di destpêkê de min gelek şerm dikir ez nediaxivîm. Lê niha şerm nakim. Yên ku divê şerm bikin dijminên mirovahiyê ne. Ez spasiya xwe gelek ji mala Ezîdîyan dikim, ji bo hatina xwişkê xwe ez gelek kêfxweş im. Her ku dîlgirtiyek tê rizgarkirin em gelek kêfxweş dibin. Hêvî dikim ku jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine revandin bi xêr û xweşî  rizgar bibin û werin ser axa xwe.”   'Em hêvî dikin ku zilma çeteyan bi dawî bibe'   Li ser navê Meclîsa Jinê jî Xoxê Cindî axivî. Xoxê got: Di serî de em spasiya xwe ji QSD, Mala Êzîdîyan dikin da ku ji bo rizgarkirina Êzidiyan gelek keda wan hene. Mala Êzîdiyan jî gelek zehmetiyan dibînin. Em sipasiya şervanên QSD'ê dikin ji bo Êzîdîyan rizgar dikin û bedel didin.  2 jinên ciwan, xortekî ciwan û zarokek keç em ê radestî malbatê wan bikin. Em xêrhatina wan dikin. Hêvî dikim ku jin, zarokên ku mayine bi silametî werin ser axa xwe. Em hêvî dikin ku zilma çeteyan bi dawî bibe.”