Komkujî berdewam dikin: Li Bafrayê du jin hatin qetilkirin 2019-08-25 11:25:01   SAMSUN - Li navçeya Bafrayê, Hasan Beykoz, Meryem Beykoz ya pê re hatibû zewicandin û keça xwe Emîne Beykoz qetil kir.    Li gel ku çalakiyên jinan ên li dijî qetilkirina Emîne Bulut berdewam dikin, komkujiyeke din a jinan jî ji Samsûnê hat. Hasan Beykoz (65) Meryem Beykoz (60) ku pê re hatibû zewicandin û keça xwe Emîne Beykoz (35) bi çekê li malê qetil kirin. Meryem û Emîne giran birîndar bûn û bersûc Hasan Beykoz ji cihê bûyerê reviya.    Niştecihên avahiyê ku li ser dengê çekan hatin cihê bûyerê tîmên tendirustiyê û polîsa agah dar kirin. Tîmên tendirustiyê yên hatin cihê bûyerê aşkera kirin ku Emîne û Meryem jiyana xwe ji dest dane.   Hasan Beykoz ê ku ji cihê bûyerê reviya piştî demeke kurt hat girtin.