Endama Piştevaniya Mor Pelîn:Divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin 2019-08-25 09:06:34   Gulîstan Azak   EDENE - Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek da zanîn ku hewl tê dayîn ku rêveberiyên herêmî biguherin qadên mêr lê  serdestin û got ew di rêveberiyên herêmî de nûneriya jinan dixwazin û divê xwedî li destkeftiyên jinan bê derketin.   Li gorî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li 81 bajarî tenê li 4 şaredariyan hevşaredarên jin hatin hilbijartin. Li Dîlokê namzeta AKP’ê Fatma Şahîn, li Aydinê ya CHP’ê Ozlem Çerçîoglu, li Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, li Sêrtê jî ya HDP’ê Berîvan Helen Işik bûn şardar. Li navçe û bajarokan jî ji AKP’ê 6, ji CHP’ê 10, ji MHP’ê 1, ji partiya serbixwe 2, ji HDP’ê jî 24 jin hatin hilbijartin. Bi giştî ji 652 namzetên jin 43 jin hatin hilbijartin. Partiya herî zêde jin jê hatin hilbijartin jî HDP bû. Du namzetên HDP’ê tevî ku qezenc kirin jî bi hinceta ji KHK’ê îxrac bûne, qeyûm tayînê şûna wan kirin.   Her wiha ji bo 3 şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê jî qeyûm hat tayînikrin. Bertekên li dijî vê didomin. Ji Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek diyar kir ku hewl didin rêveberiyên herêmî biguherin qadên ku êrîşî ked, beden û nasnameya jinê bikin.    ‘Divê jin zêdetir bibin xwedî gotin’   Pelînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber rêveberiyên herêmî qadeke ku bi her awayî ji perwerdê, heta starbûn, heta cil û bergan û veguhstinê bandorê li ser jiyanê dike. Ev nîşaneye pergala serdest e. Me wek piştevaniya Mor kampanyayên xwe di vî alî de dan destpêkirin. Em di pêvajoyeke tûnd, ku şîdeta li ser jinê zêde bûye, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan zêde bûye re derbas dibin. Berovajî van jî rêxistinbûna jinan zêde bûye, li kolanan dengê jinan bilind dibe. Em dibêjin ku divê hîn bêtir jin di rêveberiyên herêmî de xwedî gotin bin.”    ‘Mekanîzmaya  biryarê di destê mêran de ye’   Pelînê her wiha balkişand ser nûneriya jinan a di encamên hilbijartinên 31’ê Adarê de û ev tişt daxuyand: “Rêjeye şaredarên jin ji sedî 3.23 e. Ev gelek qels e. Di civînên meclîsa şaredariyan de mijarên ku divê zêdetir jin mafê gotinê bigirin, mêr wan mijarna nîqaş dikin û qadên civînan bi wêneyên maran dixemilin. Tevî hemû ferzkirinên serdestiya mêr, em di pêvajoye ku zêdetir keya, endamên meclîsê û şaredarên jin derdikevin de ne. Ev jî nîşan dide ku jin dixwazin rêxistin bibin û bibin xwedî gotin. Me gotibû ya herî zêde bandorê li me dike rêveberiyên herêmî ne. Jin dixwazin li van deran bibin xwedî gotin. Em dibînin ku rêveberiyên herêmî ev derxiye holê: Li ser beden, ked, ziman û nasnameya jinê serdestî avakirin.”   ‘Daxwazên me bi nûneriya jinan dikarin pêk bên’   Pelînê her wiha bi lêv kir ku gelek daxwazên wan ji rêveberyên herêmî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo daxwazên me yên mijara gotinê pêk bên nûneriya jinan pir girîng e. Ji bendewariyên me yek ji kreş in. Lênerîna zarokan divê wek pisgirêkek civakî bê fikirîn. Me gotibû şîdet jî zêde bûye. Navendên piştevaniyê û stargeh kêm in. Şert û merc gelek xerabin. Jin naxwazin li van deran bimînin. Divê şert û merc bên başkirin. Şîdet zêde dibe. Serhildana jinan zêde dibe. Hewcedarî bi cihên ku divê hişmendî û rêxistinbûn derkeve holê heye. Navendên pêşîgirtina şîdetê divê aktîf bixebitin û xwegîhandina wan deran hêsan be. Lê mixabin li welatê me xet û pergal tên avakirin lê aktîfbûna wan ne baş e. Ji bo ev xebat pêk bên bêguman divê nûneriya jinan hebin û bên xurtkirin.”   Pelînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek Piştevaniya Mor starta kampanyayekê dane û got: “Me li gelek bajarî broşur, stîcker û dosya amade kirin. Em hedef dikin ku hinek nêrînên protokol bigirin û bi destkeftiyan pêş bikevin.”