Li Viyanayê tayînkirina qeyûman hat protestokirin 2019-08-24 12:25:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Viyanaya Ewûstûryayê tayînkirina qeyûmana a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hat şermezarkirin û Yekîtiya Heza Demokratîk çelenga reş danî li ber pêşiya avahiya sefaretxaneya tirk.    Çalakiyên protestoyê yên li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê didomin. Kurdên ku li paytexta Ewûstûryaya Viyanayê dijîn, bi organîzasyona Yekîtiya Hêza Demokratîk re li hev civiyan û çelenka reş danîn li pêşiya avahiya Sefaretxaneya tirk. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û banga bihestiyarbûnê li hikûmeta Ewûstûrya û rêxistinên civaka sivîl hat kirin.   Her wiha duh di saetên êvarê de jî kurd ji Wîen Westbahnhofê heta herêma Mûseûmsqûetîr bi dirûşmeyan meşiyan. Parlamentera berê ya Keskan Bêrivan Aslan piştî meşê axivî û diyar kir ku kurd û şoreşger ji sîstema faşîzmê re bûne tirsek û wiha got: "Bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê em şermezar dikin. Dev ji têkilî û polîtîkayên qirêj berdin.”