KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Bila hevşaredar demildest dest bi peywîra xwe bikin 2019-08-24 12:11:45   ENQERE - KES, DÎSK, TTB û TMMOB bi daxuyaniyeke hevpar tayînkirina qeyûman şermezar kirin û gotin: "Tayînkirina qeyûman tê wateya cînayeta demokrasiyê. Divê hevşaredarên Wan, Amed û Mêrdinê vegerin ser karê xwe."   Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezîn ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kirin.    Daxuyaniya nivîskî bi sernavê "Welatê ku qeyûm hebe li vir qala demokrasiyê nayê kirin" hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin divê demildest dev jî darbeya sivîl berdin û wiha hat gotin: "Hevşaredarên Wan, Amed û Mêrdinê vegerin ser karê xwe. Hevşaredar bi rayên mîlyonan kesî hatin bijartin. Ji hêla kesên hatî tayînkirin ya li Wezareta Karên Hindirûn ve ji peywîrê hatin girtin. Tayînkirina qeyûman tê wateya cinayeta demokrasiyê. Gotinên wezîrê Karê Hindurin jî tê wateya darbeya siyasî."   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku feraseta qeyûmê li her qadên jiyanê derdikeve pêşberî gel û wiha hat gotin: "Qeyûm ne tenê tayînê şaredariyan tê kirin. Li hemberî qadên ku têkoşîn lê tê dayîn jî qeyûm tê tayînkirin. Li Kocaeliyê li hemberî karkeran û li Enqereyê li hemberî kedkaran qeyûm tê tayînkirin. Em bang dikin û dibêjin ku li dijhiqûqê tevnegerin. Em dibêjin ku divê hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan, Adnan Selçuk Mizrakli û Ahmet Turk divê carek din vegerin ser karê xwe."