Li ser pira serbor pankarta 'Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!' hat daleqandin 2019-08-24 11:46:26   MERSÎN - Li Mersînê komeke ciwan pankarta "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" bi pireke serbor ve hat daleqandin.   Komek ciwan li ser navê Rêxistina Partiya Jinûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) a Mersînê, bi daleqandina pankartê tayînkirina qeyûman a ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kirin. Ciwanan di saetên zû yên serê sibehê de li Pocûyê pankarta li serê nivîsa "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" nivîsandî, bi pireke serbor ve daleqandin.