Rojnameger Berfîn Aslan û 10 kesên din dê sewqî edliyeyê bên kirin 2019-08-24 10:30:48   STENBOL - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Berfîn Aslan û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn jî di nav de 11 kesên ku duh li Kadiyoyê ji ber protestokirina qeyûman, ji aliyê polisan ve hatibûn binçavkirin, dê di nav rojê de sewqî edliyeyê bên kirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê, xwestibûn bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, şermezar bike. Lê polisan xwe li vê yekê negirtibûn, mudaxaleyî daxuyaniyê kirin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Berfîn Aslan û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn jî di nav de 11 kesî kirin binçavan. Tê payîn ku her 11 kesên di binçavan de îro di nav rojê de sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li navçeya Kartal a Stenbolê bên kirin.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wihaye: Ûmût Akgul, Gamze Taşçi, Selda Erbîl, Îlayda Çalasin, Melek Andan, Rojen Zaman, Berfîn Aslan, Mehmet Şahîn, Metîn Yilmaz, Volkan Atmaca û Perîhan Erkilinç Okay.