'Ger derûniya Firat xirabtir bibe berpirsiyar dewlet e' 2019-08-24 09:37:32   WAN - Di çalakiya li dijî qeyuman de Firat Koç bi tundiya bi dehan polîsan rû bi rû mabû. Dayika Firat, Naime Koç têkildarî mijarê de got:"Ma qey di destên Firat de bombe hebû ku 15 polîsa lê dan? Ger derûniya Firat xirabtir bibe berpirsiyar dewlet e."   Şermezarkirina tayinkirina qeyuman a ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve pêk hat didome. Di çalakiya li dijî qeyuman de Firat Koç ê ku bi nexweşiya şizoften e bi tundiya bi dehan polîsan rû bi rû mabû. Polîsan bi kaskê û bi piînana, li serê Firat xistibûn û ew kiribûn bin çavan. Dayika Firat, Naime Koç a li Navçeya Ebexê ya Wanê rûdinê têkildarî mijarê de axivî. Naîmeyê wiha got:"Zilim û lêdana ku li Firat hat kirin tu carî nayê qebûlkirin. Em ê hemû mafên xwe bi kar bînin û gilîyên xwe bikin."   'Divê li serê Firat nedan'   Naîmeyê da zanîn ku Firat bi nexweşiya şîzofren e û berê li Êlih û Erziromê tedawî dîtiye û wiha dewam kir:"Divê ne tenê li dijî Firat li dijî tu kesî ev zilim neyê kirin. Gelekî bi serê lawê min dane. Ma qey di destên kurê min de bombe hebû 20 polîsî ew kirin bin çavan. Bijîşkên Firat gotibûn divê bi serê Firat neyê dayin. Çimkî ew ê zirarê bide çavên wî. Divê li serê Firat nedan. Ger derûniya Firat xirabtir bibe berpirsiyar dewlet e."   'Heta li pînika mirîşkan geriyan'   Naîme da zanîn ku polîsan bi ser mala wan de girtiye û wiha got:"Polîsan bi ser mala me de girtin. Bi ser zarokan de qêriyan û mala me ji hevdu xistin. Heta li pînika mirîşkan geriyan. Ev polîs ji gel çi dixwazin? Qey dewlet fedî nake îradeya gel tune dihesibîne. Dengê me tune dihesibînin."    'Medyaya hawiz nûçeyên ne rast çê dike'   Naîmeyê wiha dewam kir:"Lawê min nexweş e. Her li kuçeyan digere. Ev nayê wê wateyê ku lawê min beşdarî nava PKK'ê bûye. Medyaya hawiz nûçeyên ne rast çê dike. Bila kes jê bawer neke. Ger Firat ne nexweş ba bijîşk rapor nedidayê. Divê demildest Firat serbest bê berdan. Yan na em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.