ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-24 09:00:00   *Endama Komîteya Jineolojîyê ya Kantona Kobanê Dîrok Qehreman di derbarê mijara zanista Jineolojîyê de axivî û wiha got:"Bi hêza zanista jinê wê civak car din xwe ji nû ve bide damezirandin." DÎMEN HEYE   *Mamosteyên Kobanê ferq û cudahiya pirtûkxwendinê û înternetê nirxandin û gotin: "Ji bo ku mirov bikaribe ciwan di bin bandora ne baş a înternetê de nemînin, pêwîstî bi pirtûkxaneyan û pirtukan heye." DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku AKP ketiye pozîsyoneke ku desthilatdariya xwe bi şer û kaosê nikare bimeşîne û divê tayînkirina qeyûman jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin û wiha got: "Siyaseta dimeşînin, aliyê wê yê qanûnî û hiqûqî tune ye. Ji bo pergala hevserokatiyê ya ku tê îlegalîzekirin jî divê hemû jin têbikoşin."  DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren da zanîn ku ew wek partî wê bi dirûşma ‘yên bi qeyûm hat wê bi berxwedanê biçin’ li kolanan bin û got: “Ev êrîş, ne êrîşeke ku tenê îradeya Gelê Kurd, îrada hemû gelan ji holê radike. Veger tune. Em ê xeleka berxwedanê li kolanan mezin bikin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe ya ku dewsa wê qeyum hat tayikirin diyar kir ku tevî hemû astengiyan gel bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyuman nîşan daye û wiha got:"Ez serhildana gel a ji bo xwedîderketina îradeya xwe silav dikim. Em tu carî îxanet li îradeya ku gelê Wanê teslîmî me kir, nekir. Em hewl didin ku bibin layiqê dengên ku gel dane me. Ez bawer dikim ku dê gel bi ser bikeve."DÎMEN HEYE