Dayika Aştiyê ya girtî Mevluda Başdaş rakirin nexweşxaneyê 2019-08-23 15:30:58   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê ya girtî û ji sedî 86 astengdar û 62 salî Mevlude Başdaş a ku li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Şakranê tê girtin bi gumana nexweşiya weremê li hucreya yekkesî dihat girtin. Mevludeyê ji ber ku xwîn verşiya rakirin nexweşxaneyê.    Bi hinceta beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê bûye 4 sal 2 meh ceza li Dayika Aştiyê ya 62 salî Mevlûde Başdaş hatibû birîn. Mevlude Başdaş a ku li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Şakranê tê girtin bi gumana nexweşiya weremê li hucreya yekkesî dihat girtin. Mevludeyê ji ber ku xwîn verşiya rakirin nexweşxaneyê.    'Divê demildest serbest bê berdan'   Keça Mevlude, Berivan Başdaş derbarê dayika xwe ya ku rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê agahî da û got:"Dayika min duşema borî bi gumana nexweşiya weremê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Katip Çelebî û piştre hat taburcukirin. Lê îro serê sibehê dayika min dîsa xwîn verşiya û ew rakirin nexweşxaneyê. Li girtîgehê xweşik dermanan nadin diya min. Tansiyon, şekir û nexweşiyên wekî din ên diya min hene. Lê diya min bi rêk û pêk nayê tedawîkirin. Divê demildest serbest bê berdan."   'Nizanim ka dayika min dijî yan najî'   Lawê Mevlude, Metin Başdaş jî diyar kir ku ew nizanin ka niha dayika wan dijî yan najî û wiha got:"Nûner û rêveberiya girtîgehê agahiyên zelal nadin me. Di sala dawî de dayikan min tim li nexweşxaneyan e. Dewlet dixwaze diya me bimire û cenazeyê wê teslîmî me bikin. Ji bo vê yekê jî çi ji destên wan tê dike. Madem diya min tedawî nakin wê demê bila berdin."