Tevgera Jinên Ewropayê banga tevlîbûna çalakiyan kir 2019-08-23 13:59:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê tayînkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û banga tevlîbûna çalakiyan kir.    Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) der barê tayînkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyaniyek weşand û wiha hat gotin: "Bi desteserkirina şaredariyan re îradeya gel ji nedîtî ve hatiye û êrîş li dijî sîstema hevserokatiyê hatiye kirin ku yek ji destketiyên jinan e. Ev yek dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye. Hewldanek ji bo înkarkirina mafên gelê Kurd e û daxwaza berfirehkirina dagirkeriyê ye."   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê mafên xwe yên ku bi berdêlên mezin hatine afirandin biparêzin û bi îradeya xwe ya xurt li her deverê li qadan têbikoşin û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em bang li jin, ciwanan û hemû saziyên demokratîk û şoreşger dikin, roja şemiyê beşdarî çalakiyên li Ewropayê bibin."