Li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir 2019-08-23 12:21:09   AMED - Amed 5 roj in li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê li kolanan li ber xwe didin û îro dîsa li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajare Mezin kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin, çalakiyên nerazîbûnê hatin destpêkirin. 5 rojin welatî, parlamenter, heşaredar, hevserok, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wan, Amed û Mêrdinê li kolanan li gel astengî û mudaxaleya tund a polîsan li ber xwe didin.    Îro li Amedê welatî li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi sedan welatî û di nav de parlamenter, hevşaredar, rêveberên HDP'ê, rêxistinên saziyên sivîl û Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya rûniştinê bûn.    Li gel dorpêça polîsan welatî bi stran, çepîk, tilîlîyan çalakiya xwe didomînin.