Dema binçavkirinê ya 5 rojnamegeran îro bi dawî dibe 2019-08-23 09:17:20   AMED - MÊRDÎN - Li Amedê 4 rojnamegerên di 19'ê tebaxê de hatin binçavkirin 5 rojin di bin çavan de tên girtin. Li Mêrdînê jî 5 rojnamegerên di 20'ê Tebaxê de hatin binçavkirin 4 roj in di bin çavan de ne.    Roja ku qeyûm tayînî Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin, polîsan li Amedê bi ser mala rojnameger û Edîtora me Mezopotamya Ziyan Karahan li malê binçavkirin. Dîsa di heman şevê de Xebatkarê Çapemeniya HDP'ê Vedat Dag, Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Onder Akbulut û rojnameger Ozgur Ulke binçav kirin. Ziyan, Vedat, Onder û Ozgur 5 rojin di bin çavan de tên girtin.     Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne. 5 rojnamevan 4 roj in li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên rawestandin.