Li girtîgehan pêkanînên gihaştine îşkenceyê: Rewşa me qet ne baş e 2019-08-23 09:14:29   WAN - Hizir Aslan diyar kir ku di demên dawî de li hember girtiyan pêkanînên ku gihaştine îşkenceyan hene û got kurê wê Lokman Aslan yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê dimîne bi hevalên wî re bi awayekî kêfî lêdan xwarine û kurê wê Lokman gotiye ‘rewşa me qet ne baş e.’   Pêkanînên li ser girtiyan ku ji rojeva rayagiştî nakeve û her tim bi pêşnûmeyan tê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), di demên dawî de derketiye asta herî jor û gihaştine îşkenceyê. Li girtîgehan girtî hema hema her roj rastî binpêkirinên mafan tên. Yek ji van girtiyan Lokman Aslan e û 21 sale girtî ye û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a  Xarpêtê dîmene. Lokman di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re da zanîn ku gardiyanên bi ser koguşê de girtine li wan dane.   ‘Rewşa me qet ne baş e’   Dayika Lokman Aslan, Hizir Aslan ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe re axivî diyar kir ku kurê wê gotiye ‘rewşa me qet ne baş e. Ez û hevalên xwe her tim lêdanê dixwin’. Hizirê bi lêv kir ku kurê wê ji doza hatiye darizandin 31 sal ceza lê hatiye birîn û 21 sal e jî di nav çar dîwaran de ye. Hizirê anî ziman ku ev zilm tu car nayê qebûlkirin û zilma li zarokên wan tên kirin ne hiqûqî ye.   ‘Îşkence ne rewşeke ku bê qebûlkirinê ye’   Hizirê daxuyakirin ku malbat li derve girtî jî li hundir zehmetiyan dikşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lokman li girtîgehê bû hevjîna wî bi pençeşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. Kurê Lokman yek mehî bû, Lokman hat girtin. Evqas êş û kedera li derve tê jiyîn, aramiyê nadin girtiyan. Êdî bes e, bila dest nedin zarokên me. Îşkence ne rewşeke ku bê qebûlkirin e.”   ‘Bila nebêjin qey zarokên wan bê xwedî ne’   Hizirê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku girtî ne tenê ne û parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û parlamentera Muşê Şevîn Coşkun der barê geşedanên hatine jiyîn de pêşnûme dane meclîsê û ew jî wê daxwaznameyê bidin. Hizirê wiha dawî lê anî: “Bila rayedarên girtîgehê nebêjin qey zarokên wan bêxwedî ne. Ew dibêjin qey îşkenceya tê kirin wê ji derve neyê dîtin. Lê xwe dixapînin. Ew ne tenê ne. Em ê li her derê bibin dengê wan.”