ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN 2019-08-23 09:00:04   * Endama Koordînasyona Kongreya Star Hebûn Êto derbarê tundî û kuştina jinan de axivî û got: "Çanda ku li Rojhilata Navîn li ser kolekirina jinan hatiye avakirin divê bi dawî bibe. Li hember vê zihniyetê têkoşîna azadî, wekhevî, edalet, exlaqî û çandî divê em xurtir bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên Kurd û Ereb nerazîbûnên xwe li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û gotin:"Welatê me aram e. Em dixwazin welatê me aram bimîne. Em nahêlin bi êrîşan welatê me bê talankirin." DÎMEN HEYE   *Gundê Zormixarê yek ji gundê ku para xwe ji êrîş û gefên dewleta tirk girtiye. Li Gundê Zormixar ê Kobanê ku li pêşberî bajarê Cereblûsê ye, jiyan bi têkoşînê didome. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo derbarê tayinkirina  qayyimên li bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê de axivî û got: "Li dijî siyaseta Erdogan divê kesên ku dengê xwe dane HDP'ê û bi ser ketine dakevin qadan û li hember dagirkirina şaredariyan têkoşîna xwe mezin bikin."DÎMEN HEYE   *Hizir Aslan diyar kir ku di demên dawî de li hember girtiyan pêkanînên ku gihaştine îşkenceyan hene û got kurê wê Lokman Aslan yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê dimîne bi hevalên wî re bi awayekî kêfî lêdan xwarine û kurê wê Lokman gotiye ‘rewşa me qet ne baş e.’ DÎMEN HEYE   *Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş destnîşan kir ku bi tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarê Mezin ên HDP’ê, desthilatdarî ketiye pêvajoyek nû û got divê her kes li heman eniyê bisekine.