Yekîtiya Jinên Ciwan mîhrîcana salane li Şehbayê li dar xist 2019-08-23 08:45:08   ŞEHBA- Di çarçoveya hemleya Kongreya Star  ku li dijî êrîşên dewleta tirk bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" dest pê kiribû, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê mîhrîcana xwe ya salane ya Şehîd Stêrvan li kampa Serdemê ya Şehbayê li dar xist.   Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma "Bi rihê Şehîd Stêrvan serî hilde, rêya rizgarkirina Efrînê xêz bike" li qada Kampa Serdem a Şehbayê hat lidarxistin. Qad bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hat xemilandin. Her wiha pankartên bi navê navçe û Kantona Efrînê û bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û  alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Rêxistina Kongreya Star û bi şaxên darên zeytonê hat hilgirtin. Her wiha dê Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan 3 rojan berdewam bike. Mîhrîcan di roja xwe ya yekem de bi beşdarbûna Tevgera Kevana Zêrîn û çalakiyên xwe ya hunerî dewam kir.   Bi tevlîbûna Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Kevana Zêrîn, Kongreya Star, gelê kampa serdem û endamên sazî û dezgehên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de mîhrîcan hat lidarxistin. Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Malbata Şehîd Stêrvan Zeyneb Cûma, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Salîha Muhemed, li ser navê Komîteya Amadekariya mîhrîcanê Emîne Bekîr axaftin hatin kirin. Di axaftinê de mîhrîcan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemû pakrewanên azadiyê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: "Em ê xeta berxwedanê û tekoşînê li dijî dagirkeriyê mezin bikin."   Piştre koma Şehîd Viyan Soran ya govendê û koma Şehîd Hêva û koma Awazên Kevana Zêrîn a stranan hunera xwe pêşkêş kirin. Piştre jinên ciwan hestên xwe bi rêya helbestan û stranan anîn ziman.   Di dawiya mîhrîcanê de Endam û Rêveberiyên Kevana Zêrîn hatin xelatkirin û bi gerandina govendê mîhrîcan bi dawî bû.   Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan wê heta 3 rojan berdewam bike.