Rûsya, Şîlî û Îtalyayê piştgiriya dan HDP’ê 2019-08-22 16:38:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Komunîstên Yekîtiya Sovyetê, Partiya La Convergencîayê ya li Şîliyê û her wiha li Îtalyayê jî tayînkirina qeyûman hatin şermezarkirin.    Partiya Komunîstên Yekîtiya Sovyetê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP û Gelê Kurd. Li Şîliyê Partiya La Convergencîayê nerazîbûn nîşanî qeyûman da. Li Îtalyayê jî bi çalakiyan peywîrgirtina hevşaredaran hat şermezar kirin.    Partiya li Sovyetê piştgirî da HDP'ê   Partiya Komunîstên Yekîtiya Sovyetê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser zextên li hemberî bajarên kurdan û wiha hat gotin: "Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyeyê hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê dûr xistin û li gelek bajaran 418 kes binçavkirin. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin şaredarên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin û piştgiriyê didin HDP û Gelê Kurd ên ku li ser wan zext hene.”   Partiya li Şîliyê qala têkoşînê kir    Partiya La Convergencîayê ya li Şîliyê, di daxuyaniya xwe de qala têkoşîna li hemberî qeyûman kir û wiha bilêv kirin: "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zexteke mezin li Gelê Kurd û endamên HDP’ê dike. Betalkirina peywira hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê tê wateya ku hikûmet dixwaze partiyê tune bike. Em Gelê Kurd û Tirk silav dikin ên ku li kolanan li hemberî zextên Erdogan demokrasiyê diparêzin. Em peyamê didin HDP’ê ku, ji bo azadiya karkerên Tirk û Kurd em piştgiriyê didin têkoşîna wan a ku qedera xwe diyar bikin.”   Li kolanên Romayê çalakiyên şermezarkirinê    Her wiha li Romaya Îtalyayê jî tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li Romayê dijîn a ku paytexta Îtalyayê ye, li hemberî dagirkirin û desteserkirina şaredariyên HDP’ê daketin kolanan. Çalakî li Pîazza Venezîayê hate lidarxistin a ku herêmeke tûrîstîk a bajêr e. Di çalakiyê de qeyûm hatin protestokirin. Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin û belavok hatin belavkirin.